Li Çewligê qezaya otobûsê: 18 birîndar
Li navçeya Kanî Reşa Çewligê otobûsa rêwîyan qelibî, di encama qezayê de 18 kes birîndar bûn.
Qeza, li alîyê gundê Ezîzana ser rêya Çewlig-Kanî Reşê ye pêk hat.
Di nav otobûsa ku qelibî de, bi tevî şofêrê otobûsê 17 kes birîndar bûn.
Li ser xeberdayînê ji cîhê qezayê re ekîbên cenderme û tenduristîyê hatin sewqkirin.
Mirovên birîndar bi ambûlansan ji Nexweşxaneya Dewlet a Çewligê re hatin rakirin.
Derheqê qezayê de tehqîqat hat destpêkirin. (ÎLKHA)
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.