Li cîhanê hejmara kesên ku bi Coronavîrusê ketin derket li ser 2 milyon û 600 hezarî
Coronavîrus’a ku temamê cîhanê xistiye bin tesîra xwe her roj dibe sedema zêdetir însanî.
Li gorî agahîyên ku hatine wergirtin heta îro li tevahîya cîhanê li ser 2 milyon û 638 hezarî bi vîrusê ketin û 184 hezar û 248 kes jî ji ber Coronavîrus’ê canê xwe ji dest dan.
Amerîka, Îtalya,Îspanya, Çîn, Almanya, Fransa û Îran ew welat in ku lê însan herî zêde bi vîrusê ketine.
Di nav van welatan de welatê ku herî zêde mirin pêk tên û hejmara kesên ku pêketine jî herî zêde li Amerîkayê ye.Heta îro li Amerîkayê ji ber Coronavîrusê 47 hezar û 774 kes mirin û bi 855 hezar û 250 kesî re jî vîrus hat tespîtkirin.
Kaynak:
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.