Li cîhanê hejmara kesên ku bi Coronavîrusê ketin derket li ser 3 milyon û 65 hezarî

Li cîhanê hejmara kesên ku bi Coronavîrusê ketin derket li ser 3 milyon û 65 hezarî

Coronavîrus’a ku temamê cîhanê xistiye bin tesîra xwe her roj dibe sedema zêdetir însanî.

Li gorî agahîyên ku hatine wergirtin heta îro li tevahîya cîhanê  li ser 3 milyon û 65 hezarî bi vîrusê ketin û  211 hezar û 320kes jî ji ber Coronavîrus’ê canê xwe ji dest dan.

Amerîka, Îtalya,Îspanya, Çîn, Almanya, Fransa û Îran ew welat in ku lê însan herî zêde bi vîrusê ketine.

Di nav van welatan de welatê ku herî zêde mirin pêk tên û hejmara kesên ku pêketine jî herî zêde li Amerîkayê ye.Heta îro li Amerîkayê bi 1 milyon û 10 hezar û 507 kesî re jî vîrus hat tespîtkirin.

ÎLKHA

HABERE YORUM KAT
UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış,
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.