Li cîhanê hejmara kesên ku ji ber Coronavîrusê mirin derket li ser 2 milyon û 237 hezaran
Ji ber Coronavîrusê li tevahîya cîhanê heta niha 2 milyon û 237 hezar û 790 kes canê xwe ji dest dan.
Mirinên ku ji ber Coronavîrusa ku li Wuhana Çînê derket holê û di demeke kurt de belavî temamê dinyayê bû pêk tên her ku diçin zêdetir dibin.
Li gorî agahîyên ku hatine wergirtin hejmara kesên ku ji ber vîrusê canê xwe ji dest dane derket 2 milyon û 237 hezar û 790 kesan û hejmara kesên pêketî jî derket 103 milyon û 528 hezar û 794 kesan.
Mirinên herî zêde yên ji ber Coronavîrusê heta niha li Amerîkayê pêk hatin. Li gorî daneyên dawî hejmara mirîyan li Amerîkayê derketiye li ser 452 hezar kesan.
Kaynak:
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.