Li Çînê hejmara kesên ku ji ber coronavîrusê mirin derket 2 hezar û 945 kesan
Hat ragihandin li Çînê hejmara kesên ku ji ber coronavîrusê mirin derket 2 hezar û 945 kesan.
Derbarê mijarê de ji teref Komîsyona Tenduristîyê ya Neteweyî ya Çînê ve daxuyanîyek hat belavkirin.
Di daxuyanîya ku hat belavkirin de hat diyarkirin di 24 seatên dawî de 31 kesên jî ji ber vîrusê mirin, bi van mirinên dawî hejmara kesên ku mirin derket 2 hezar û 945 kesan.
Li Çînê hejmara kesên ku bi wan re coronavîrus hatiye tespîtkirin derket 80 hezar û 151 kesan ku jki van rewşa 6 hezar û 806 kesan giran e.
Coronavîrusa ku li Wuhana Çînê derket holê heta niha li 40 bajaran hat dîtin. Piştî Çînê welatê ku herî zêde ji coronavîrusê tesîrdar bû Îran e. Li Îranê heta niha 66 kes canê xwe ji dest dan.
ÎLKHA
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.