Li Çînê hezar 700 xebatkarên tenduristîyê bi coronavîrusê ketin
Alîkarê Serokê Komîsyçona Tenduristîyê ya Navneteweyî yê Çînê Zeng Yixin destnîşan kir 6 xebatkarên ku bi coronavîrusê ketin mirine.
Zeng di daxuyanîya ku belav kir de destnîşan kir ji sedî 3.8ê bûyerên ku hatine teyîdkirin xebatkarên tenduristîyê ne ku ew ji ber vê yekê gelek zêde bifikar in û ji bo li tesîsên tenduristîyê coronavîrus belav nebe tedbîr tên standin.
Li Çînê ji bo pêşîya belavbûna coronavûrusê bê girtin di asta herî biilind de tedbîr tên standin. Li gelek bajaran têketin û derketin hatin qedexekirin û bes ji bo pêdivîyên rojane destûr tê dayîn ku xelk derkeve derve.
Li Çînê hereketkirina 500 milyon însanî hatiye sînordarkirin da ku coronavîrus zêdetir belav nebe.
ÎLKHA
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.