Li Colemêrgê mînîbus qulibî: 11 birîndar
Li navçeya Çelê ya Colemêrgê mînîbus teqle avêt û qulipî, di encamê de 11 kes birîndar bûn.
Qeza, li nêzî gundê Gundika navçeya Çelê pêk hat.
Li gorî agahîyên ku hatine bidstxisitn mînîbusa ku di bin îdareya S.K. de bû, ji ber ku ajokarê wê kontrola dîreksîyonê winda kir qulipî.
Li ser xeberdayînê 112 tîmên tenduristiyê û cendirmeyan sewqî cihê qezayê kirin.
Di qezayê de 11 kes birîndar bûn.
Birîndar bi ambûlansan rakirin Nexweşxaneya Dewletê ya Çelê.
Der barê qezayê de tehqîqat hat destpêkirin. (ÎLKHA)
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.