Li Denîzlîyê heyalan pêk hat: 1 mirî
Hat ragihandin di encama heyalana ku li Denîzlîyê pêk hat de wesayît di bin axê de man.
Bûyer li ser rêbeja Afyonkarahîsar-Denîzlîyê pêk hat. Li gorî agahîyên ku hatine wergritin li nêzî gundê Sarikavakê ji ber barana ku barîyabû ax hat xwarê û rêbej bi temametî hat girtin.
Di encama bûyerê de çend wesayît di bin axê de man. Li gorî agahîyan kesek mir û çend kes jî birîndar bûn.
Kesên birîndar û mirî yên ku di bin axê de man hatin derxistin û yên birîndar hatin rakirin nexweşxanê.(ÎLKHA)
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.