Li Dêrikê otomobîlek wergeriya: 4 jê zarok 7 birîndar

Li Dêrikê otomobîlek wergeriya: 4 jê zarok 7 birîndar

Li navçeya Dêrikê ya Mêrdînê di encama qezaya ku di encama qezaya ku ji kontrolê derket û wergeriya de 4 jê zarok 7 kes birîndar bûn.

Qeza li gundê Xanûkê pêk hat.

Li gor agahîyên ku hatine bidestxistin otomobîleke ku hêj plaqeya wê û nasnameya şofêrê wê nehatîye tespîtkirin, ji ber ku ajokar kontrola dîreksiyonê winda kir, wergeriya.

Li ser agahdarkirinê ekîbên tenduristiyê, îtfaiye û polêsan sewqî cihê bûyerê hatin kirin.

M.Ö (65), F.Ç (38), R.Ç (35), Y.Ç (6), G.Ç (5), E.Ç (4) û F.Ç (2) di qezayê de birîndar bûn.

Birîndar piştî alîkariya ewil ji aliyê ekîbên tenduristiyê ve rakirin Nexweşxaneya Dewletê ya Dêrikê.

Der barê qezayê de lêpirsîn hat destpêkirin.

HABERE YORUM KAT
UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış,
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.