Li Diyarbekir navend li dijî FETOyê operasyon: 6 binçavî
Li Dîyarbekir navend 3 bajaran li dijî FETOyê operayon hatin lidarxistin, di operasyonan de 6 şikdar hatin binçavkirin.
Ji teref Serdozgerîya Komarîya Diyarbekirê ve li dijî qefaltin û eşkerekirina mirovên ku ji FETOyê re fînansmanê temîn dikin xebat hat destpêkirin.
Di vê çarçoveyê de; hat tespîtkirin mirovên ku li Diyarbekir û Rojhilata Başûr fealîyetan dikin li Entelya, Riha, Mêrdîn, Entab û Zaonguldaxê ji malbatên girtîyên FETOyê re pere şîyandine.
Ekîbên Midurtîya Şubeya Micadeleya bi Sûcên Organîze û Qaçaxçîtîyê a Midurtîya Ewlehî ya Bajêr, doh li Dîyarbekir, Riha û Edeneyê operasyonên hevdemî lidar xistin.
Di operasyonan de di encama lêgerînên ku di malên 6 şikdaran de hatin kirin de; 8 telefon û qerta hafizê û 34 hezar û 540 dolar hatin bidestxistin.
Miameleyên şikdaran a li ewlehîyê hêj didome. (ÎLKHA)
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.