Li Dîyarbekirê 3 kes bi navê parsektîyê ketin nav malekî û zêrê wan dizîn
Li gundeke Bismila Dîyarbekirê 3 pîrek, di bin navê parsektîyê de ketin nav malekî û ji wê malê qasî 200 hezar TLyî zêran dizîn.
Bûyer, li Gundê Perişana Bismilê pêk hat.
Li gorî îddîayan 3 pîrek di bin cilê parsektîyê tênê gund. Dizan, çavikên ku di odeya razana ya aîdê R.Y. ye de şikandine û zêrên ku di nav çavikê de ne û qasî 200 TLyî ye dizîyan û revîyan.
Xwedîyê malê yê ku zêrên xwe li cîhê wê nedît, xeberê ji cendermeyê re şîyandin.Cenderme, ji bo dizên ku revîyane biqefêle xebat da destpêkirin. (ÎLKHA)
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.