Li Dîyarbekirê berf, ji perwerdehîyê re astengîyê derxist
Li Dîyarbekirê ji ber barîna berfê li navçeyên Licê û Hezroyê perwerdehîya çûnûhatinê rojekê hat rawestandin.
Li navçeyên Hezro û Licê yên Dîyarbekirê ji ber barîna berfê dibistan rojekê hatin girtin.
Di daxuyanîya ku ji teref Qeymeqamtîya Licê ve hat belavkirin de weha hat gotin: "Ji ber şert û mercên giran ên hewayê û talûkeya cemedê perwerdehîya sewqê ji 17ê Kanûnê pê va 1 roj hat sekinandin."
Li navçeya Hezroyê perwerdehîya çûnûhatinê 1 roj hat rawestandin.
Di daxuyanîya Qaymeqamtîya Hezroyê de hat gotin, "Ji ber şert û mercên giran ên hewayê û cemedê, ji roja sêşemê 17ê Kanûnê pê ve perwerdeya çûnûhatinê 1 roj hat rawestandin." (ÎLKHA)
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.