Li Çinara Dîyarbekirê berhevkirina “Zêrê Kesk” dest pê kir

Li Dîyarbekirê cotkar, dest bi berhevkirina fistiqan ku jê re dibêjin “Zêra Kesk” kirin.

Berhevkirina fistiqên Sêrt û Entabê ku li ber çavê cotkaran gelek biqîmet e ku qezencekî zêde dide mirovan, di bin hewaya germ de tê kirin.

Cotkarên ku li gundê Barêya navçeya Çinara Dîyarbekirê erdên xwe kirine baxçeya fistiqa Sêrt û Entabê, ji rekolteya îsalê memnûn in.

Li herêma ku germahîya hewayê derdikeve heta 40-45 dereceyî, karkeran di seatên serê sibehê de dest bi berhevkirina fistiqan dikin.

Cotkarên ku îfade kirin li Riha û Entabê ji ber axê zû berhev tê kirin, ji cotkaran kîloya wî bi halê şil 105 Lîreyî tê standin.

ff76bb1b-c3f2-4be5-ad81-aab30315eb4c.jpg

MEHMET DEMÎRTAŞ

“Dema ku em fistiqên xwe didin Entabîyan ji me re dibêjin ‘Fistiqên we xweş û gewr in’”

Mehmet Demîrtaş ku îfade kir ew çend sal berê dest bi vê karê kirîye weha got, “Min van daran di sala 1980-1981an de ji Midurê çandinîyê ya wê dewrê stand. Wê çaxê min baxêma wan nedikir, motor tinebû cotê heywanan bû. Niha 10-15 sal e em baximê dikin û hemd ji Xwedê re werim heye û îsal jî rewş baş e. Baxima wan ev e tu zivistanê kirfetorekî lêdixîyê, biharê kilfetorekî lêdixîyê û tu yê di Gulanê de jî kilfetorekî lêbixîyê berê wî jî mer dikî û dermanên wan didî wan. Hemd ji Xwedê re baş e. Vana yên beha ne. Yên Entabê ne û çend heb yên Sêrtê jî di nav de hene. Entabî têne ji me distînin ji me re dibêjin yên we ji yê me xweştir û bedew in.”

8dc946fc-2273-4dce-a7ef-d8af17f386eb.jpg

PERTEV DEMÎRTAŞ

Pertev Demîrtaş jî îfade kir ku ew vê salê berhêmekî baş bidestxistine, “Em niha top dikin, darê fistiqan in. Li gorî Entab û Rihayê fistiqên cem me zû dighêjin. Îsal li gorî sala çûyîn baştir e lê fîyet li gorî par hindik e. 20 roj berê digotin wa derdikeve û kîloya wî 140 150 lîre ye. Par jî me bi 110an difirot îsal jî em bi 105an difroşin. Îro 3 roj e li Entabê û Rihayê milet derdikeve ser cedeyan rêyan digrin ku bila dengê wan derkeve. Yê me 120 darê me heye û em wisa texmîn dikin ku 3 – 4 ton em ê rakin.” (ÎLKHA)

HABERE YORUM KAT
UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış,
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.