Li Dîyarbekirê di nav xanîyekî xerabe de pitikek hat dîtin
Li navçeya Sura Dîyarbekirê di nav xanîyekî xerabe de pitikekî ku hatîye terkkirin hat dîtin.
Hat diyarkirin ku pitik li Taxa Îskenderpaşayê di nav xerabeyekî de hatîye dîtin û ji cîhê bûyerê re ekîbên polês û tenduristîyê hatin sewqkirin.
Mirovên derdorê pitika ku dîtin teslîmê ekîban kirin.
Hat ragihandin ku pitik kurik e û ji teref ekîbên tenduristîyê ve ji nexweşxaneyê re hatîye birin.
Şikdarekî hat qefalrin
Ekîbên Midurtîya Ewlehî ya Nevçeya Surê, piştî meseleyê dest bi xebatê kirin û qemerayên bajêr hatin lêkolînkirin, di encama xebatê de kesekî hat binçavkirin. (ÎLKHA)
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.