Li Diyarbekirê di navbera şênîyên avahîyê de şerê bi kêr: 4 birîndar

Li Diyarbekirê di navbera şênîyên avahîyê de şerê bi kêr: 4 birîndar

Li Diyarbekirê di navbera şênîyên avahîyê de bi kêran şer derket, di encama şer de 4 kes birîndar bûn 7 kes hatin binçavkirin.

Şer, di navbera avahîyeke ku li Taxa Şêx Şamîl a li navçeya Rezan e de pêk hat. Li gorî agahîyên ku hatine bidestxistin, tê îddîakirin ku di navbera wezîfedarê avahîyê ya ku heqê motora avê daxwaz kirîye û şênîyên avahîyê de nîqaş derket. Nîqaş di demeke kurt de bi kêran vegerîya şerê û bi tevî beşdarbûna eqrebeyên mirovan di encama şer de 4 kes birîndar bûn.

Li ser xeberdayînê ji cihê bûyerê re ekîbên tenduristîyê û polês hatin sewqkirin. Kesên birîndar, bi ambûlansan hatin rakirin nexweşxaneyê, 7 kesên ku hatine tespîtkirin ku beşdarî şer bûne hatin binçavkirin. (ÎLKHA)

HABERE YORUM KAT
UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış,
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.