Li Dîyarbekirê qezaya trafîkê: 1 mirî
Li Dîyarbekirê tekera tirekî di dema ku tir bi rê ve diçû de ji cîhê xwe derket û li ser wesayîtekî ket, di encama qezayê de kesekî canê xwe ji dest dan.
Qeza, li alîyê Alabala ser rêya Farqîn-Dîyarbekirê pêk hat.
Di encama qezaya ku ji ber ji cîh derketina tekera tirekî ku li wesayîtekî ket pêk hat de, kesekî canê xwe ji dest da.
Li ser xeberdayînê ji cîhê qezayê re ekîbên tenduristî, polês û cendermeyê hatin sewqkirin.
Cenaze, ji bo otopsîyê ji merga Sazîya Tip a Edlî re hat rakirin.
Derheqê qezayê de tehqîqat hat destpêkirin. (ÎLKHA)
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.