Li Dîyarbekirê xebatên rakirina xirbê zelzelê bi dawî bû
Di erdheja ku navenda wê Mereş bû de di 7 avahîyên ku hilweşîya bû de xebatên rakirina xiraba qedîya. Rewşa avahîyên ku gelek zirar dîtine girîngîya xwe didomîne.
Di 6ê Sibatê di seet 04.17an de di erdheja ku navend Bazarcixa Mereşê bû de li Dîyarbekirê 7 avahî hilweşîyan, 407 kes canê xwe ji dest dan û 902 kes birîndar bûn.
Li Navçeya Navendî Yenîşehîrê 2, li Navçeya Rezan 5 avahî li temamê Bajarê Dîyarberkirê 7 avahî hilweşîyan. Ji teref Wezareta Jîngeh, Bajarvanî û Guhertina Avhewayê ve di 24 hezar û 314 avahî û 262 hezar û 702 yekîneyên serbixwe de xebatên tesbîtkirina zirarê hatin kirin.
Di lêkolînên ku hatin kirin de hat tespîtkirin ku di 520 avahiyan de 6 hezar û 69 yekîneyên serbixwe zirareke mezin dîtine û hilweşîyane, 611 avahiyan de 9 hezar û 199 yekîneyên serbixwe jî zirar dîtine, Di 5 hezar û 367 avahiyan de 76 hezar û 498 yekîneyên serbixwe sivik zirar dîtine. Ji 15 hezar û 471 avahiyan 159 hezar û 827 yekîneyên serbixwe jî xisar nedîtine.
Li bajar bi taybetî li navçeya Rezan cehde û kolanên ku avahîyên zirareke mezin dîtine û rîska hilweşînê hebe di çarçoveya tevdîrê ewlehîyê ji teref polêsan ji çûn û hatina peyayan û makînan hatine girtin.
Avahîyên ku di nav wan de mizgeft jî hene ji ber ku zirarek mezin dîtine derî yê wan hatine mohr kirin û ketina hindirê wan hatiye qedexe kirin. (ÎLKHA)
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.