Li Edeneyê otomobîl ket golê: 2 jê zarok 4 kes winda ye
Li Edeneyê otomobîla ku ji kontrola şifêr derketibû, ket Gola Bendava Seyhanê. Di encama qezayê de 2 jê zarok 4 kes winda bûn.
Qeza îro derdora nîvro li Meheleya Topalak a navçeya Çukurovayê pêk hat. Li gor agahîyên ku hatine bidestxistin otomobîla ku navê ajokar û plaqeya wê nehat hînbûn ji Pira Çatalan ber bi Gola Bendava Seyhanê ve firî.
Piştî qezayê ji bo 2 jê zarok 4 kesên ku tê îddiakirin di wesayîtê de bûn lêgerîn hat destpêkirin. Li ser agahdarkirinê ekîbên polîs, tenduristiyê, îtfaiye û binê avê hat sewqkirin cihê qezayê.
Ekîban ji bo ku xwe bigihînin wesayita ku ket golê û ji heman malbatê 2 jê zarok 4 kesên ku tê îdiakirin di hundir de bûn xilas bikin dest bi xebatê kirin.
Li herêmê xebatên lêgerîn û xilaskirinê dewam dikin. (ÎLKHA)
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.