Li Efxanistanê êrîşa çekdarî li karwana walî hat kirin: Kesek mir û kesek jî birîndar bû
Di encama êrîşa çekdarî ya ku hat kirin de tiştek bi serê Walîyê Parêzgeha Nuristanê Hafiz Abdulqayyum nehat.
Bûyer derdorê wextên şeveqê de li herêma Mahîparê pêk hat.
Li gorî agahîyên ku hatine wergirtin çend kesên çekdar êrîş birin li ser karwana ku Walîyê Parêzgeha Nuristanê Hafiz Abdulqayyum tê de bû.
Di encama êrîşa çekdarî de parêzvanekî walî canê xwe ji dest da û yek jî birîndar bû.
Hêj tu kesî êrîş li ser xwe negirt.
Kaynak:
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.