Li Êlihê gel ji “araq û tiryak” re bertek nîşan da

Li Êlihê gel ji “araq û tiryak” re bertek nîşan da

Welatîyên ku li Taxa Gultepeya Êlihê dijîn, destnîşan kirin ku her şev li hember sîteye wan mirovan bi wesayîtên xwe têne û bi dengên bilind kilama gohdar dikin, eraq û tiryakê dixwin, bi vê şeklê jî derdorê xwe aciz dikin.

Welatîyên ku diyar kirin ew ji polêsan re xeberê dane lê ji bo çareserîyeke mayînde tu çareserîyek nehatîye dîtin, bi telefonên xwe vîdeoyan kişandine û ji rayedaran dixwazin ku bila dest bavêjin vê meseleyê.

Hat îfadekirin ku ev bûyera li 5537emîn Kolana Taxa Gultepeyê pêk tê her şev dubare dibe, xwestin ku bila polês zêde tedbîran bistînin.

“Bişev ji tirsana em nikarin derkevin balqonên xwe”

Şênîyên sîteyê îfade kirin ku ew bişev di nav tirsê de dijîn, “Havîn û zivistan her şev em ewakî ne. Dengê teyîba wesayîtên xwe heta dawî vedikin, diqîrin û bi dengên bilind xeber didin. Em ji tirsa nikarin derkevin balqonên xwe. Em nikarin zarokên xwe derxin derve. Li ber sîteya me weka ku bûye cîhê hevdîtina însanên ewakî. Di orta bajêr de tiştekî ewakî nayê qebûlkirin.”

“Heftekî berê gule diavêtin”

Hat îfadekirin ku li vê derê tenê dengê kilaman nayê vekirin, heftekî berê bi çekên otomatîkî gule reşandine, “Me dengê çekan bihîst û em pir tirsîyan. Dibe ku wan guleyan li însanekî biketa. Gelo polês ji bo tedbîran li bêvîya çi ye? Gelo li bêvîya mirina mesumekî ne? Polês tê hişyarîyan dide lê nîv saet paşê van însanan têne li vê derê. Em ji bo vê meseleyê çareserîyekî mayînde dixwazin.”

“Bila ekîbên polêsan dewrîyeyan bavêjin”

Şênîyên taxê diyar kirin ku însanên li vê taxên najîn di seatên dereng de têne û li vê derê tiryak û eraqê dixwin, divê êdî ev dawî bibe. Ji ber vê yekê welatîyan bang li rayedaran kirin ku bila zêdetir tedbîran bistînin. (ÎLKHA)

HABERE YORUM KAT
UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış,
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.