Li Êlihê îskeleya înşaata camîyê hilweşîya: Kesek mir 19 kes jî birîndar bûn
Hat ragihandin li Êlihê îskeleya înşaata Camîya Esentepe hilweşîya, di encama bûyerç de Kesek mir 19 kes jî birîndar bûn.
Bûyer derdora seat 14.30î de li Taxa Gultepeyê pêk hat. Li gorî agahîyên ku hatine wergirtin li Esentepeyê îskeleya înşaata camîyê hilweşîya. Di encama bûyera ku pêk hat de Kesek mir 19 kes jî birîndar bûn.
Hat hînbûn rewşa hinek birîndaran giran e.
Kesên birîndar bi ambûlansan hatin rakirin nexweşxaneyê.(ÎLKHA)
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.