Li Êlihê qemyona êzingê qulibî: 2 birîndar

Li Êlihê qemyona êzingê qulibî: 2 birîndar

Li Êlihê di encama qulipîna qamyona êzingê de 2 kes birîndar bûn.

Qeza, li Meheleya Gultepeyê di seet 23.30an de pêk hat.

Li gor agahiyên hat bidestxistin, qemyona êzinga ku pleqa wê nedîyar e û ber bi navçeya Hezoyê ve diçû li çarrê ya Esentepeyê kontrola dîreksîyonê ji destê şifêr derket û qulipî.

Di encama qezaya ku êzing giştik li erdê man de 2 kes birîndar bûn.

Birîndarên ku bi alîkariya welatiyên derdorê ji kamyonê hatin derxistin û teslîmî ekîbên tenduristiyê hatin kirin, ji bo dermankirinê bi ambûlansê hatin rakirin nexweşxaneyê. (ÎLKHA)

HABERE YORUM KAT
UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış,
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.