Li Êlihê tira ku qeza kir şewitî: 4 mirî

Li Êlihê tira ku qeza kir şewitî: 4 mirî

Tira ku li Êlihê şofêrê wê hakimîyeta dîreksîyonê winda kir li şerempolê gêr bû. Di qezayê de tir şewitî û 4 kesên ku di nav tirê de bûn canê xwe ji dest dan 2 kesan jî giran birîndar bûn.

Qeza, di seatên êvarê de li Pira Kantarê pêk hat. Li gorî agahîyên ku hatine bidestxistin, tira ku plaqeya wê nehat hînbûn, ji ber ku şofêrê wê hakimîyeta dîreksîyonê winda kir ji rê derket û li şerempolê gêr bû. Bi qelibîna tirê şewat derket. 6 kesên ku di nav tirê de bûn şewitîn. Li ser xeberdayînê ji cîhê bûyerê re gelek ekîbên îtfaîye û tenduristîyê hatin sewqkirin.

Ekîbên îtfaîyeyê ên ku şewata tirê tefandin, di encama lêgerîna ekîbên tenduristîyê de jî hat îfadekirin 4 kesan li cîhê bûyerê canê xwe ji dest dane 2 kesan jî giran birîndar bûne. Mirovên birîndar bi ambûlansan hatin rakirin nexweşxaneyê û cesedê mirovên ku rehmet kirine jî ji bo otopsîyê ji mergê re hatin rakirin.

Derheqê qezayê de tehqîqat hat destpêkirin, Walîyê Êlihê Ekram Canalp jî, ji bo qezayê di cîhê wê de bibînê li cîhê bûyerê lêkolînan kir. (ÎLKHA)

HABERE YORUM KAT
UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış,
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.