Li Êlihê wesayît li peyayan qelibî: 4 mirî, 2 giran birîndar

Li Êlihê wesayîtek li peyayan xist, di encama qezayê de yek jê pitik 4 kesan canê xwe ji dest dan, 2 kes jî giran birîndar bûn.

Qeza, li nêzê Herêma Senayî ya Organîzeyê ku li ser rêya Êlih-Qubînê ye pêk hat.

Li gorî agahîyên ku hatine bidestxistin, wesayîta bi plaqeya 34 KIK 618 ya ku di bin îdreya M.A.A. de bû, li peyayên ku ji dawetê derketibûn û di rê de derbasî alîyê dinê dibûn qelibî.

Di encama qezayê de li gorî diyarîyên ewil mirovên bi navê S. O., İ. O., D. O., ve S. O. canê xwe ji dest dan, 2 kes jî giran birîndar bûn.

Piştî qezayê ji cîhê bûyerê re gelek ekîbên polês, îtfaîye û tenduristîyê hatin sewqkirin.

Mirovên ku canê xwe ji dest dan ji merga Nexweşxaneya Lêgerîn û Perwerdehî ya Êlihê re hatin rakirin, mirovên birîndar jî ji bo tedawîyê ji heman nexweşxaneyê re hatin rakirin.

Hat hînbûn mirovên ku wesayît li wan xistîye ji heman malbatêbûne.

Derheqê qezayê de tehqîqat hat destpêkirin. (ÎLKHA)

HABERE YORUM KAT
UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış,
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.