Li Emrîqayê melayekî camîyê di êrîşa çekdarî de hat şehîdkirin
Melayê Mescîda Muhammed ku li bajara Newarka Emrîqayê ye, li ber mescîdê dûçarê êrîşa çekdarî hat û di encamê de şehîd ket.
Hasan Şerîf yê melayê Mescîda Muhammed ku li bajara Newarkê ye, ji teref kesekî ve di seatên serê sibehê de li ber mizgeftê ji wî re bi çekan êrîş hat lidarxistin.
Hasan Şerîf di encama êrîşê de giran birîndar bû û hat rakirin nexweşxaneyê, lê Hasan digel temamê midexeleyan şehîd ket.
Polês, daxuyand melayê ku hat qetilkirin ji guleyekî zêdetir birîndar bûye.
Hat diyarkirin ku piştî bûyerê ji bo êrîşdar bê qefaltin xebat hat destpêkirin û polês li derdorê mescîdê ewlehîyekî mezin girtin.
Şûbeya New Jersey ya Konseya Minasebetên Emrîqa-Îslamê, daxuyanîyek belav kir ku di daxuyanîyê de îfade kir mirovên ku derheqê bûyerê de agahîyên wan hene bila bi polêsan re têkilîyê bikin. Hat destnîşankirin ji mirovên ku feydeya wan ji qefaltina êrîşdarê re bighêje re ew ê 25 hezar dolar bê dayîn.
Wexta êrîşê jî ku di dema êrîşa li Xezzeyê tê kirin de hatîye kirin jî balan li ser xwe dikşîne. (ÎLKHA)
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.