Li Enqereyê otobûsa rêwîyan qeza kir: 16 birîndar

Li Enqereyê otobûsa rêwîyan qeza kir: 16 birîndar

Li navçeya Golbaşiya Enqereyê otobûseke rêwîyan ji bin kontrolê derket û li barîyerên betonê qelibî, di encama qezayê de 16 kes birîndar bûn.

Otobûsa ku di bin îdareya E.U. de bû, li nêzê Golbaşiyê hakimîyeta dîreksîyonê hat windakirin û li barîyerên li kêleka rê qelibî.

Piştî qezayê ji cîhê bûyerê re gelek ekîbên tenduristî, polês û îtfaîyeyê hatin sewqkirin. Hat îfadekirin ku di nav otobûsê de 32 kes hebûn û di encamê de 5 jê giran 16 kes jî birîndar bûn.

Derheqê qezayê de tehqîqat hat destpêkirin. (ÎLKHA)

HABERE YORUM KAT
UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış,
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.