Li Erebistana Siûd ji ber Coronavîrusê hejmara mirîyan derket 1230 kesî
Li gorî daxuyanîya ku ji teref Wezareta Tenduristîyê ya rejîma Siûdî ve hatiye belavkirin ji ber Coronavîrusê 46 kesên din canê xwe ji dest dan û hejmara mirîyan derket 1230 kesî.
Di berdewama daxuyanîyê de hat diyarkirin bi 3 hezar û 941 kesên din re jî Coronavîrus hat tespîtkirin û hejmara kesên pêketî derket 154 hezar û 233 kesan.
Kaynak:
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.