Li Etîyopyayê ji ber lehîyê hejmarê mirîyan derket 229an

Li Etîyopyayê ji ber lehîyê hejmarê mirîyan derket 229an

Li başûrê Etîyopyayê hezaz pêk hat, di encama hezazê de hejmarê mirîyan derket 229 kesan, xebatên lêgerînê hêj didomin.

Îdarevanê Serî yê Herêma Geze Gofayê Misikir Mitiku, di daxuyanîya çapemenîyê ku tertîp kiribû de, got ku hezaza ewil şeva Yekşemê ji ber barana dijwar pêk hat û sê malbatan tesîrdar kir.

Mîtîku, îfade kir ku sibeha roja Duşemê jî hezazeke dinê pêk hat, di encamê de gelek însanên ku ji bona xebatên lêgerîn û xelaskirinê li herêmê bûn kir binê xwe û hejmarê wan nayê zanîn.

Li gorî Parlamentoya Ewrupayê rayedaran di daxuyanîya ku belav kirine de, gotin ku bi tevî wan mirovên ku di hezaza duyemîn de ketin bin axê herî kêm 229 kesan canê xwe ji dest dane.

Hat destnîşankirin ku rayedaran diyar kirine di çarçoveya tedbîran de xelkê herêmê ji bona demeke demborî ji dibistan û tesîsan re hatine sewqkirin.

Hat îfadekirin 10 kesên ku sax hatine xelaskirin jî ji nexweşxaneyan re hatine rakirin.

Rayedarên mehellî diyar kirin ku ji ber zêdebûna hejmarê cesedên ku di bin çamûrê de ne dibe ku hejmarê mirîyan zêde bibe. Hêj nayê zanîn ku çend kes winda ne.

Hezaza ku bû sedema mirina însanan, ji ber barana ku di meha Tîrmeha ku li Etîyopyayê ji meha Tîrmehê dest pê dike û heta nav Îlonê berdewam dike de pêk hat. Baranên demsalê dem bi dem li welatên Efrîqaya Rojhilat dibe sedema mirina mirovan.

Serokê Ofîsa Bireveberîya Rîska Afeta Herêma Gofayê Markos Melese, di daxuyanîya ku ji Ajansa Nûçeya Etîyopyayê re da de, got ku herêm berê jî ji hezazên ewakî re bûye şahid.

Melese destnîşan ki ku hezaza dawîn bû sedema xesareke mezin û gelek kes ji ber vê hezazê canê xwe ji dest dane, ji bona ji mirovên ku ji cîhê xwe bûne re jî destek bê dayîn xebatên koordîneyê hatine destpêkirin.

Komeleya Xaça Sor û ekîbên profesyonel ên ku ji herêmên derdorê hatine cîhê bûyerê niha li herêmê ji mexduran re alîkarîyê dikin.

Hikumeta mehellî, ji bona ku xebatên lêgerînê zêde û zû bêne kirin û ji bona ku ji mexduran re alîkarî bê kirin banga destekê kir. (ÎLKHA)

HABERE YORUM KAT
UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış,
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.