Li Farqînê kamyona fêkî barkirî qelibî

Li ser Rêbeja Diyarbekir-Farqînê qamyoneke ku mandalî barkirî bû ajokarê wê kontrola xwe winda kir û li ser kêlekê qelibî.

Qeza, doh bi şev di derdora seat 01.30an de li bejahiya Gundê Asloya rêbeja Diyarbekir-Farqînê pêk hat.

Hat îddîakirin ku qamyona ku bi mandalî barkirîbû û plaqeya wê 65 KS 834 bû, dema ku ji Diyarbekirê ber bi Farqînê ve diçû, li ser rêya dişemitî kontrola xwe winda kir û li kêleka xwe qelibî.

Di qezaya ku pêk hat de tu kes nemir û birîndar nebû, mandalînên ku bi alîkariya mirovên derdorê ve hatin kirin nav sindoqan.

Derheqê qezayê de de tehqîqat hat destpêkirin. (ÎLKHA)

HABERE YORUM KAT
UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış,
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.