Li Filistînê hejmara kesên ku bi corona vîrusê ketin derket 39an
Serokwezîrê Filistînê Muhammed Îştîyyedestnîşan kir, li Şerîaya Rojava bi kesekî din re corona vîrus hat tespîtkirin.
Îştîyyeyê ku li Ramallahê di civîna hikûmetê de axivî derheqê daneyên dawî yên corona vîrusê de nirxandinan kir.
Îştîyye di daxuyanîya ku da de destnîşan kir, bi kesekî ku ji Polonyayê hat re corona vîrus hat tespîtkirin ku bi vê hejmara dawî hejmara kesên ku li Filistînê bi corona vîrusê ketin derket 39 kesan û dû re wiha li daxuyanîya xwe zêde kir: "Ji bo li dijî corona vîrusê tedbîr bên standin Kuweytê ji wan re 5,5 milyon dolar alîkarîya neqdî kiriye.
ÎLKHA
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.