Li Fransayê ji ber Coronavîrusê 330 kesên din jî canê xwe ji dest dan

Li Fransayê ji ber Coronavîrusê 330 kesên din jî canê xwe ji dest dan

Di 24 seatên dawî de li Fransayê ji ber Coronavîrusê 330 kesên din jî canê xwe ji dest dan û hejmara mirîyan derket 25 hezar û 531 kesî.

Li gorî agahîyên ku hatine wergirtin heta niha li welêt bi 204  hezar û 659  kesan re vîrus hatiye tespîtkirin.

Derbarê mijarê de ji teref  Midûrê Giştî yê Wezareta Tenduristîyê yê Fransayê Jerome Salomon ve daxuyanîyek hat belavkirin. Di daxuyanîya ku hat belavkirin de derbarê mijarê de hat diyarkirin, di 24 seatên dawî de li Fransayê ji ber Coronavîrusê 330 kesên din jî canê xwe ji dest dan û hejmara mirîyan derket 25  hezar û 531 kesî.

Li gorî agahîyên ku hatine wergirtin heta niha li Fransayê 52 hezar û  736  kesên ku bi vîrusê ketibûn baş bûn.

Kaynak:Haber Kaynağı

HABERE YORUM KAT
UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış,
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.