Li Fransayê ji ber Coronavîrusê 360 kesên din jî canê xwe ji dest dan
Di 24 seatên dawî de li Fransayê ji ber Coronavîrusê 360 kesên din jî canê xwe ji dest dan û hejmara mirîyan derket 25 hezar û 201 kesî.
Li gorî agahîyên ku hatine wergirtin heta niha li welêt bi 203 hezar û 253 kesan re vîrus hatiye tespîtkirin.
Derbarê mijarê de ji teref Midûrê Giştî yê Wezareta Tenduristîyê yê Fransayê Jerome Salomon ve daxuyanîyek hat belavkirin. Di daxuyanîya ku hat belavkirin de derbarê mijarê de hat diyarkirin, di 24 seatên dawî de li Fransayê ji ber Coronavîrusê 360 kesên din jî canê xwe ji dest dan û hejmara mirîyan derket 25 hezar û 201 kesî.
Li gorî agahîyên ku hatine wergirtin heta niha li Fransayê 51 hezar û 372 kesên ku bi vîrusê ketibûn baş bûn.
ÎLKHA
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.