Li Fransayê ji ber Coronavîrusê 389 kesên din jî canê xwe ji dest dan
Di 24 seatên dawî de li Fransayê ji ber Coronavîrusê 389 kesên din jî canê xwe ji dest dan û hejmara mirîyan derket 22 hezar û 245 kesan.
Li gorî agahîyên ku hatine wergirtin heta niha li welêt bi 122 hezar û 577 kesan re vîrus hatiye tespîtkirin.
Derbarê mijarê de ji teref Midûrê Giştî yê Wezareta Tenduristîyê yê Fransayê Jerome Salomon ve daxuyanîyek hat belavkirin. Di daxuyanîya ku hat belavkirin de derbarê mijarê de hat diyarkirin, di 24 seatên dawî de li Fransayê ji ber Coronavîrusê 389 kesên din jî canê xwe ji dest dan û hejmara mirîyan derket 22 hezar û 245 kesan.
ÎLKHA
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.