Li Fransayê ji ber Coronavîrus’ê di rojekê de 229 kes mirin
Li Fransayê digel mirinên dawî hejmara kesên ku ji ber Covîd 19an mirin hejmara kesên mirî derket hezar 995 kesan.
Di daxuyanîya ku ji teref hikûmetê ve hat belavkirin de hat diyarkirin bes doh bi 3 hezar û 787 kesan re Covîd-19 hat tespîtkirin û hejmara kesên pêketî derket 15 hezar û 732 kesan.
Di berdewama daxuyanîyê de hat diyarkirin, tevde 3 hezar û 787 kes di lênerîna awarte tên dermankirin û ji roja ku nexweşî dest pê kiriye vir ve 5 hezar û 700 kes baş bûne.
Di daxuyanîya ku ji teref Edouard Philippe yê ku Serokwezîrê Fransayê ye ve hat belavkirin de hat diyarkirin qedexeya derketina derve ya ku berî niha hatibû îlankirin dê heta 15ê berdewam bike.
ÎLKHA
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.