Li Fransayê ji ber Coronavîrusê heta niha 25 hezar û 987 kes mirin
Di 24 seatên dawî de li Fransayê ji ber Coronavîrusê 178 kesên din jî canê xwe ji dest dan û hejmara mirîyan derket 25 hezar û 987 kesî.
Li gorî agahîyên ku hatine wergirtin heta niha li welêt bi 209 hezar û 444 kesan re vîrus hatiye tespîtkirin.
Derbarê mijarê de ji teref Midûrê Giştî yê Wezareta Tenduristîyê yê Fransayê Jerome Salomon ve daxuyanîyek hat belavkirin. Di daxuyanîya ku hat belavkirin de derbarê mijarê de hat diyarkirin, di 24 seatên dawî de li Fransayê ji ber Coronavîrusê 178 kesên din jî canê xwe ji dest dan û hejmara mirîyan derket 25 hezar û 987 kesî.
Li gorî agahîyên ku hatine wergirtin heta niha li Fransayê 55 hezar û 27 kesên ku bi vîrusê ketibûn baş bûn.
ÎLKHA
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.