Li Fransayê ji ber Coronavîrusê heta niha 28 hezar û 215 kes mirin
Di 24 seatên dawî de li Fransayê ji ber Coronavîrusê 83kesên din jî canê xwe ji dest dan û hejmara mirîyan derket 28 hezar û215 kesî.
Li gorî agahîyên ku hatine wergirtin heta niha li welêt bi 181 hezar û 826 kesan re vîrus hatiye tespîtkirin.
Derbarê mijarê de ji teref Midûrê Giştî yê Wezareta Tenduristîyê yê Fransayê Jerome Salomon ve daxuyanîyek hat belavkirin. Di daxuyanîya ku hat belavkirin de derbarê mijarê de hat diyarkirin, di 24 seatên dawî de li Fransayê ji ber Coronavîrusê 83 kesên din jî canê xwe ji dest dan û hejmara mirîyan derket 28 hezar û 215 kesî.
Li gorî agahîyên ku hatine wergirtin heta niha li Fransayê 63 hezar û 858 kesên ku bi vîrusê ketibûn baş bûn.
ÎLKHA
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.