Li Fransayê ji ber Coronavîrusê heta niha 29 hezar û 209 kes mirin
Di 24 seatên dawî de li Fransayê ji ber Coronavîrusê 54 kesên din jî canê xwe ji dest dan û hejmara mirîyan derket 29 hezar û 209 kesî.
Li gorî agahîyên ku hatine wergirtin heta niha li welêt bi 154 hezar û 188 kesan re vîrus hatiye tespîtkirin.
Derbarê mijarê de ji teref Midûrê Giştî yê Wezareta Tenduristîyê yê Fransayê Jerome Salomon ve daxuyanîyek hat belavkirin. Di daxuyanîya ku hat belavkirin de derbarê mijarê de hat diyarkirin, di 24 seatên dawî de li Fransayê ji ber Coronavîrusê 54 kesên din jî canê xwe ji dest dan û hejmara mirîyan derket 29 hezar û209 kesî.
Li gorî agahîyên ku hatine wergirtin heta niha li Fransayê 71 hezar 62 kesên ku bi vîrusê ketibûn baş bûn.
Kaynak:
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.