Li giştîyê welat nimêja cenaze ya xiyabî hat kirin

Li giştîyê welat nimêja cenaze ya xiyabî hat kirin

Îro ji bo kesên ku di erdheja Mereşê de canê xwe ji dest dane li giştîyê welat piştî nimêja înê nimêja cenaze ya xiyabî hat kirin.

Tirkîye birînên her du erdhejên mezin derman dike.

Li Mereşê di mezinahîya 7,7 û 7,6an de du erdhejên mezin pêk hatin û van erdhejan bajarên; Entab, Riha, Dîyarbekir, Edene, Semsûr, Kinikan, Hetay, Kîlîs û Meletîyê jî tesîrdar kir.

Hêna jî xebatên lêgerîn û xelaskirinê didome lê heta niha 38 hezar û 44 kes canê xwe ji dest dane, 108 hezar û 68 kesan jî birîndar bûne.

Serokatîya Karên Dîyanetê, doh, daxuyandibû ku ew ê li giştîyê welat piştî nimêja înê ji bo kesên ku di erdhejê de canê xwe ji dest dane nimêja cenaze ya xiyabî bê kirin.

Welatîyan jî, li giştîyê welat mizgeftan tijî kirin û ji bo kesên ku di erdhejê de canê xwe ji dest dane re Qur’anê xwendin û duayê kirin.

Piştî nimêja înê jî ji bo rehmetîyan nimêja cenaze ya xiyabî hat kirin. (ÎLKHA)

HABERE YORUM KAT
UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış,
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.