Li Herêma Kurdistanê 2 kesên din ji ber Coronavîrusê canê xwe ji dest dan

Li Herêma Kurdistanê 2 kesên din ji ber Coronavîrusê canê xwe ji dest dan

Li Hewlêra paytexta Herêma Kurdistanê 2 kesên din ji ber Coronavîrusê canê xwe ji dest dan.

Derbarê mijarê de ji teref Wezareta Tenduristîyê ya Herêma Kurdistanê ve daxuyanîyek hat belavkirin.

Di daxuyanîya ku hat belakvirin de derbarê mijarê de hat destnîşankirin; li Kesnezan û Çomana Hewlêrê zilamekî 71 salî û pîrekeke 70 salî ji ber Coronavîrusê canê xwe ji dest dan.

Li Herêma Kurdistanê heta niha bi 2 hezar û 101 kesî re Coronavîrus hat tespîtkirin û 640 kes jî baş bûn û 44 kes canê xwe ji dest dan.

ÎLKHA

HABERE YORUM KAT
UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış,
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.