Li Herêma Kurdistanê 5 kesên din ên ku bi Coronavîrusê ketibûn baş bûn
Hat daxuyandin li Hewlêrê 5 kesên ku berî niha bi Coronavîrusê ketibûn û dihatin tedawîkirin baş bûn.
Derbarê mijarê de ji teref Midûrê Tenduristîyê yê Hewlêrê Dr. Dilovan Muhammed ve daxuyanîyek hat belavkirin.
Muhammed di daxuyanîya xwe ya ku belav kir de destnîşan kir, 5 kesên ku li Hewlêrê bi vîrusê ketibûn baş bûn û bi van hejmarên dawî hejmara kesên ku baş bûn derket 194 kesan.
Li Herêma Kurdistanê heta niha ji ber Coronavîrusê 5 kes canê xwe ji dest dan.
ÎLKHA
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.