Li Herêma Kurdistanê dibistan ew ê bêne tetîlkirin

Li Herêma Kurdistanê dibistan ew ê bêne tetîlkirin

Wezareta Perwerdehîyê ya Herêma Kurdistanê, daxuyand ku ji ber hilbijartinên parlamentoyê ew ê dibistan ji bo 6 rojan bêne tetîlkirin.

Wezîrê Perwedehîyê yê Herêma Kurdistanê Alan Heme Saîd derheqê meseleyê de daxuyanîyeke niviskî belav kir, di daxuyanîyê de destnîşan kir ku ew ê li Herêma Kurdistanê ji ber hilbijartinan wê dibistan ji bo 6 rojan bêne tetîlkirin.

Di daxuyanîyê de weha hat gotin, “Tetîl, ew ê hemû dibistanên dewlet, taybet û navneteweyî di nav xwe de bihewîne. Wê di 22yê Cotmeha 2024an de dibistan ji nû ve bêne vekirin.”

Hilbijartina ku bê kirin tê plankirin ku ew ê di 20ê Cotmeha 2024an de di bin çavdêrîya Komîsona Hilbijartina Bilind a Serxwebûna Iraqê de bê kirin.

Lu gorî qeydên dengdayînan li Herêma Kurdistanê 2 milyon û 899 hezar û 878 mirov ew ê rayan bavêjin. (ÎLKHA)

HABERE YORUM KAT
UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış,
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.