Li Herêma Kurdistanê qedexeya derketina derve hat dirêjkirin
Wezareta Karên Hundir ê Herêma Kurdistanê destnîşan kir ew ê qedexeya derketina derve di bergeha tevdîrên Coronavîrusê de heta 10ê Gulanê bê dirêjkirin.
Di daxuyanîya nivîskî ya ku ji teref Wezareta Karên Hundir ve hat belavkirin de derbarê mijarê de hat diyarkirin, qedexeya derketina derve ya ku heta 10ê Gulanê hat dirêjkirin ji bo Hewlêr, Silêmanî, Duhok, Helepçe û her wisa ji bo Germîyan û Raperîn û navçeyên ku girêdayî wan in derbasdar e.
Li gorî daxuyanîya wezaretê qedexe dê di navbera seat heft û duwazdehê şevê de bê sepandin û ew ê derîyên sînor û balafirgeh jî heta demeke din girtî bimînin.
Kaynak:
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.