Li Hetayê di mala prefabrîk de şewat derket: 2 zarok canê xwe ji dest dan
Li navçeya Samandaga Hetayê di nav xanîyekî prefabrîkî de şewat derket, di encama şewatê de 2 zarok canê xwe ji dest dan.
Şewat, di nav xanîya prefabrîkî ya ku li Taxa Sutaşiyayê de ye pêk hat. Li gorî agahîyên ku hatine bidestxistin, di nav mala prefabrîkî ya ku Zeynep H. û 3 zarokên wê di nav de dijîyan de şewateke ku hêj sedema wê nayê zanîn pêk hat. Zeynep H. Bi tevî qîza xwe ya 1 salî di nav xanî de derket lê 2 zarokên wê yên dinê di nav agir de man.
Li ser xeberdayînê ji cîhê bûyerê re ekîbên tenduristî û îtfaîye hatin sewqkirin. Şewata ku derket bi midexeleya ekîbên îtfaîyeyê hat tefandin.
Hat diyarkirin ku di encama şewatê de Îsacanê 4 salî û birê wî Doganê yek salî canê xwe ji dest dan.
Ji teref ekîban ve hat îfadekirin ku şewat ji ber qabloyên ceryanê derketîye.
Derheqê şewatê de tehqîqat hat destpêkirin. (ÎLKHA)
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.