Li Hewlêrê hejmara kesên ku bi Coronavîrusê dikevin zêde dibe
Wezareta Tenduristîyê ya Herêma Kurdistana Iraqê destnîşan kir, di encama testên ku hatin kirin de testa kesekî din jî pozîtîf derket û hejmara kesên pêketî derket 388an.
Di daxuyanîya ku ji teref Wezaretê ve hat belavkirin de derbarê mijarê de hat diyarkirin, kesê ku bi vîrusê ketiye 32 salî ye.
Li Herêma Kurdistanê heta îro 341 kesên ku bi vîrusê ketibûn baş bûn û 5 kes ji ber vîrusê canê xwe ji dest dan.
ÎLKHA
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.