Li Hewlêrê mûşek hat avêtin baregaha Amerîka yê
Hat ragihandin êrîşa bi mûşek li Balafirgeha Navneteweyî ya Hewlêrê ku baregaha Amerîka bi xwe jî li wê balafirgehê ye.
Derbarê mijarê de ji teref Fermandarîya Operasyonên Hevpar a Iraqê ve daxuyanîyek hat belavkirin.
Di daxuyanîya ku hat belavkirin de derbarê mijarê de hat destnîşankirin; mûşekên ku bi kamyonekê dihatin veguhastin ji teref komekî ve hatine avêtin balafirgehê.
Li gorî agahîyên ku hatine belavkirin êrîş ji gundê Tercelleya li herêma Hemdanîyê hatiye lidarxistin û kamyona ku di êrîşê de hatiye bikaranîn şewitîye.
Derbarê mijarê de ji teref Wezareta Karên Hundir ê Herêma Kurdistanê ve jî daxuyanîyek hat belavkirin.
Di daxuyanîya ku hat belavkirin de derbarê mijarê de hat diyarkirin: “Em bang li Hikûmeta Iraqê dikin da ku gavên pêwîst bavêje. Êrîş doh êvarî derdora seat heşt û nîvan de hat lidarxistin.”
Tê diyarkirin êrîş ji teref Haşdî Şabî ve hatiye lidarxistin û hedefa êrîşê baregaha Amerîka ya leşkerî ye.(ÎLKHA)
Kaynak:
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.