Li Hewlêrê sînordakirin hatin rakirin û li camîyan nimêja terawîhê hat edakirin
Li Herêma Kurdistanê sînordarkirinên ku ji ber Coronavîrusê hatibûn anîn doh hatin rakirin.
Li Hewlêrê ev bû 5 roj ku bi ti kesî re Coronavîrus nayê tespîtkirin û yên ku pêketibûn jî baş bûn. Ji ber vê yekê sînordakirinên ku hatibûn anîn li Hewlêrê hatin rakirin.
Piştî ku sînordarkirin hatin rakirin re li Hewlêrê nimêja ewil a terewîhan hat edakirin.
Nimêj li mizgeftên mezin hatin kirin.
Welatîyên ku pê hesîyan sînordarkirin hatine rakirin berê xwe dan camîyan, nimêja xwe kirin û dia kirin.
Hewlêrî derbarê mijarê de destnîşan kirin ji ber ku camî hatin vekirin ew gelek zêde kêfxweş û bextewar in.
ÎLKHA
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.