Li Hollandayê 115 kesên din jî ji Coronavîrusê mirin û hejmara mirîyan derket 2762yan
Li welêt hejmara kesên ku ji ber Coronavîrusê mirin derket 2 hezar û 762 kesan û hejmara kesên pêketî jî derket 21 hezar û 762 kesan.
Derbarê mijarê de ji teref rayedarên Wezareta Tenduristîyê ya Hollandayê ve daxuyanîyek hat belavkirin.
Di daxuyanîya ku hat belavkirin de derbarê mijarê de hat diyarkirin; di 24 seatên dawî de 115 kesên din canê xwe ji dest dan û hejmara mirîyan derket 2 hezar û 762 kesan.
Hat ragihandin hejmara kesên pêketî jî derket 21 hezar û 762 kesan.
ÎLKHA
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.