Li Îranê dê vê heftîyê jî nimêja înê neyê kirin
Heftîya borî li Tahrana paytexta Îranê ji ber coronavîrusê nimêja înê hatibû betalkirin ku vê heftîyê ji ber ku coronavîrus belavî temamê welêt bûye li temamê parêzgehan nimêja înê hat betalkirin.
Serokê Konseya Diyarkirina Polîtîkayên Melayên Înê yê Îranê Hecî Elî Ekberî derbarê mijarê de daxuyanîyek belav kir.
Ekberî di daxuyanîya xwe ya ku belav kir de destnîşan kir, di bergeha micadeleya bi coronavîrusê de li temamê parêzgehan nimêja înê hat betalkirin.
ÎLKHA
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.