Li Îranê hejmara kesên ku ji ber coronavîrusê canê xwe ji dest dan derket 16an
Serokê Navenda Agahdarîkirinê ya Wezareta Tenduristîyê ya Îranê Kîyanuş Cîhanpur destnîşan kir hejmara kesên ku bi coronavîrusê ketine derket 95an.
Cîhanpur di berdewama daxuyanîya xwe de destnîşan kir di 24 seatên dawî de 34 kesên din jî bi coronavîrusê ketine.
Li gorî daneyên ku ji teref Rêxistina Tenduristîyê ya Cîhanê ve hatine belavkirin li tevahîya cîhanê heta niha 80 hezar kes bi cronavîrusê ketine ku ji van 2 hezar û 624 kes canê xwe ji dest dan.
ÎLKHA
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.