Li Îranê hejmara kesên ku ji ber coronavîrusê canê xwe ji dest dan derket 43yan
Serokê Navenda Agahdarîkirinê ya Wezareta Tenduristîyê ya Îranê Kîyanuş Cîhanpur destnîşan kir hejmara kesên ku bi coronavîrusê ketine derket 593yan.
Cîhanpur di berdewama daxuyanîya xwe de destnîşan kir di 24 seatên dawî de 123 kesên din jî bi coronavîrusê ketine.
Li gorî daneyên ku ji teref Rêxistina Tenduristîyê ya Cîhanê ve hatine belavkirin li tevahîya cîhanê heta niha nêzî 90 hezar kes bi coronavîrusê ketine ku ji van nêzî 2 hezar û 950 kes canê xwe ji dest dan.
ÎLKHA
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.